Cihan û Heyv: Em derbarê Heyvê de çiqas xwedî agahî ne?
Em derbarê peyka gerstêrka xwe ya delal a tekane Heyvê de çiqas xwedî agahî ne? Ger Heyv nebûya, em dê ne tenê ji vê delalîya rewşedar ya di esmanê de bêpar bimana, dê hin bandorên dramatîk jî li ser me biqewimiyan; mînak ji nişka ve dawî li kêşûvekêşanê(bûyera medcezîrê) bihata û ev rewş dê bandor li ser jîyana gelek zîndewerên di bej û behrê de dijîn bikira û tew heye ku ev zîndewer bimirîna. Dibe ku ji ber wendakirina hevsengîya di navbera Cîhana me û Heyvê de meyla 23 derece/pile ji holê rabê û ev jî bi xwe re ecêb û bobelatên ku em texmîn dikin û texmîn nakin bînê.
Agahiyên Derbarê Heyvê de Tên Zanîn
Li gor ku Heyv evqas ji bo me girîng e gelo em di derheqê wê de çiqas xwedî agahî ne?
Ka em binêrin.
Taybetmendîyên Heyvê yên Fîzîkî :
Di serî de em behsa taybetmendiyên heyvê yên fîzîkî bikin: Eşkêla wê 3475 km ye û bariste/qebareya wê jî ji sedî yekî cîhanê ye. Dûrahîya Heyvê ji cîhanê 384,400 km ye û heyv çerxa xwe ya di rêgeha cîhanê re 27.3 roja de xilas dike û qonaxên/prosesên heyvê yên her 29,5 rojan de dubare dike çê dibin. Germahiya rûxara heyvê heye ku bikeve -233°C an jî derkeve heta 123ºC.
Rûbera Heyvê
Rûberê heyvê dorî 38.000.000 (sih û heşt milyon) kilometre çarçik e. Ev nêzike du car rûbera Rûsya ye. DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), bi rûbera xwe ya 9.826.675 (neh milyon heşt sed û bist û şeş hezar şeş sed û heftî û penc) kilometre çarçik, piştî Rûsya û Kanadayê, welatê cîhanê yê herî mezin ya sêyemîn e.
Da ku mijar baştir bê fehmkirin, em dikarin wê û welatê Tirkîyeyê danin berhev… Tirkîye, bi rûbera xwe ya 780.580 kilometre çarçik re, yek ji welatê cihanê yên herî mezin ya 35emîn e. Di nexşeyê de Tirkîye, ji parêzgeha DYA Teksasê piçekî mezintir e. Bi rûbera xwe ya 694.662 kilometre çarçik re Teksas, piştî Alaskayê, parêzgeha DYAyê ya herî mezin e û li herî navê û herî başûrê welat de cih girtîye.
Heyv Çawa Çêbû?
Pergala Rokê (Rojbend) berî niha, nêzîkê 4,6 milyar sala ava bûye; lê bele ev avabûn/pêkhatin -bêguman- ne ji nişka ve çêbûye. Di demên ewil ên Pergala Rokê de gelek yekem-gerstêrk û astroid, li derdora roka nû avabûyî, di rêgehên serobero de dizîvirîn. Ev rewş dibû sedema lihevketin û parçebûnan. Di nav vê alozê/kaosê de, cismên asîman bêrawestan li hev diketin û tevî hev dibûn. Di encama vê rewşê de, cîhana me ya tijî bi şîpên lava, lê hê di nav rêgeha bipergal de dizivire, çêbû.
Aslında maddi destek istememizin nedeni çok basit: Çünkü Evrim Ağacı, bizim tek mesleğimiz, tek gelir kaynağımız. Birçoklarının aksine bizler, sosyal medyada gördüğünüz makale ve videolarımızı hobi olarak, mesleğimizden arta kalan zamanlarda yapmıyoruz. Dolayısıyla bu işi sürdürebilmek için gelir elde etmemiz gerekiyor.
Bunda elbette ki hiçbir sakınca yok; kimin, ne şartlar altında yayın yapmayı seçtiği büyük oranda bir tercih meselesi. Ne var ki biz, eğer ana mesleklerimizi icra edecek olursak (yani kendi mesleğimiz doğrultusunda bir iş sahibi olursak) Evrim Ağacı'na zaman ayıramayacağımızı, ayakta tutamayacağımızı biliyoruz. Çünkü az sonra detaylarını vereceğimiz üzere, Evrim Ağacı sosyal medyada denk geldiğiniz makale ve videolardan çok daha büyük, kapsamlı ve aşırı zaman alan bir bilim platformu projesi. Bu nedenle bizler, meslek olarak Evrim Ağacı'nı seçtik.
Eğer hem Evrim Ağacı'ndan hayatımızı idame ettirecek, mesleklerimizi bırakmayı en azından kısmen meşrulaştıracak ve mantıklı kılacak kadar bir gelir kaynağı elde edemezsek, mecburen Evrim Ağacı'nı bırakıp, kendi mesleklerimize döneceğiz. Ama bunu istemiyoruz ve bu nedenle didiniyoruz.
Lêbelê, piştî cîhan çêbûyî, her tişt ne ket rê de. Li gorî teoriyê, berî niha nêzikê 4.5 milyar salan, yekem-gerstêrkek qasî Marsê mezin û bi navê ‘Theia’ li cihanê ket û zinarên qerase li gerdûnê belav bûn.
***
Madeyên ku bi lihevketinê re li gerdûnê belav bûbûn, li dora Cîhanê xelekek avakirin: Heman wekî îro em di Keywanê/Satûrnê de dibinin. Bi dem re, ev perçeyên ji vê xelekê pekîn, di bin bandora girsekêşî de (girsekêşî: rewşa ku girse hev bi hêzek nayê ditîn dikişin) yek bûn û Heyv pêk anîn. Hûn dikarin li jêr vê pêkhatinê bibînin.
Kilîda Girsekêşî (Kilîda Kêşûvekêşanê/Medcezîrê) û “Hildana Cîhanê”
Belê, gelo ma çima em her tim tenê rûyekî Heyvê dibînin? Sedema vê ew e ku zivirîna cîhanê ya di rêgeha wê/xwe de û zivirîna Heyvê ya li rêgeha cihanê, di heman demê de çêdibin.
Encameka din a vê rewşê ya balkêş heye: Dema meriv ji ser rûxar/rûyê Heyvê li cîhanê binêre, cîhan her tim li cihê xwe ye, hilnade û naçe ava. Birastî, di gelek kêmkêm şertan de, dema mirov li ser rûxar/rûyê Heyvê li cîhanê binere, mirov dibîne ku cîhanê hinek cihê xwe guhartiye. Sedema vê ew e ku Heyv di rêgeha Cîhanê de tevgerek bi navê ‘lîbrasyon’ dike û bi encama vê tevgerê re, Cîhan di esman de xûya dike ku ew di geometriyek navê ‘Lissajous xwarexêz’ de tev digere. Lêbelê, ev tevger, heremeêk pirr teng de diqewimî û hildana Cîhanê, tene ji sedî bistê (%20) rûxara Heyvê tê dîtin.
Lêbelê, berê rûyekî Heyvê bi sedema kilîda girsekêşî her tim li Cîhanê ye. Gava hûn li ser esmanê Heyvê Cîhanê binêrin, pozîsyona Cîhanê, li gorî cihê ku hûn lê ne, qet naguhere. Ango bi rêyek pratik mirov dikare saw bike ku dema mirov ji Heyvê binêre, Cîhan bi piranî westar e. Ger hûn li ekvatora Heyvê de bin, Cîhan yek bi yek li jor e. Ger hûn ji hêlîpanên jortir dinêrin, cîhan hê neziktirê asoyê ye, an jî hûn nêziktirê hêlîpanên cemserê bin, Cîhan yek bi yek li ser asoyê ye.
Bêguman, mirov tenê dikare Cihanê ji ‘rûyê Heyvê yê ku Cîhanê dibînê’ bibîne. Mirov qet nikare Cîhanê ji rûyê Heyvê yê piştê bibîne.
Qaşo Rûxara Heyvê ya ‘Tarî’
De ka vêga em qala rûxara Heyvê ya din bikin, rûxara ku em nabînin… Berî her tiştî, terîm û gotina ‘Rûxara Heyvê ya tarî’ gotinek xelet e. Çimkî, her du rûxarên heyvê ronahîya tavê wekhev li van rûxara dide, loma divê meriv nefikiri ku rûxara heyvê ya din(ya em nabînî) her tim tarî ye.
Di paşeroja me da, gava zanistvana peykek şandin fezayê da ku wêneyê rûxara heyvê ya piştê bikişînin, ew şaş bûn. Ji ber ku rûxara heyvê ya piştê ji rûxara wê ya pêşiyê rasttir/dûztir bû. Rûxara heyvê ya pêşiyê meriv di go qey şewitîye, lê li ser rûxara tarî behtir rêçên meteora hebûn. Li gorî lêkolînên hatî kirin, rûxara tarî 26 km ji rûxara pêşiyê stûrtir e.
Zanistvanan hinekî li ser vê mesela balkêş serê xwe ‘eşandin û teoriya bi navê “Cêwîya Heyvê” berpêş kirin. Li gor teoriyê, berî niha 4,5 milyar sala, piştî peyka Theia li Cîhanê ketî, xelekên derdora cîhanê de pêkhatî, du peyk çêkirîbûn, ne yek. Ev herdu, du peykên cêwî bûn û ya duyemîn ji Heyvê piçûktir bû. Wî heyamî de, ev herdu peyk hêj germ bûn, gelek nêzîkê Cîhanê bûn û gelek bilez bûn. Ji ber vê yekê, peyka piçûk li Heyvê ket û hedî hêdî tevî hev bûn. Piştî tevîhevbûna wan, bi awayek rasthatinî, pişta Heyvê stûrtir bû.
Ev teorî têra xwe bi mantiq e; lêbelê, ger Teoriya Theiayê pûç bibe, beguman ev teorî jî dê pûç bibe.
Ji Aliyê Cîhanê ve “Pijandin” a Heyvê
Teorîyek din ya derbarê cûda xûyakirina herdu rûxarên Heyvê ev e: Dema Heyv nû çêbûyî, dûrahiya navbera Heyvê û Cîhanê de ne wekî niha bû, tenê 24.000 (bist û çar hezar) km bû. Astronom Jason Wright,bi xêra vê dûrahiyê, teoriyêk derxist. Li gor teorîya wî, Cîhan wê demê da hêj gelek germ bû û Heyv jî gelekî nêzîkê Cîhanê bû. Her ku ji ber Kilîda Girsekêşiyê berê heman rûxara Heyvê li Cîhanê ye, ew germahiya Cîhanê ya bilind ya gava Cîhan nû pêk dihat de hebû, rûxara Heyvê ya pêş, ya berê wê li Cîhanê, heland û ziwa jî kir. Ev teoriyek pirr bi mantiq e; çimkî ev teorî ji me re vegotina sedema ku çima rûxara Heyvê ya pêş ji ya din teniktir e dide û piranî zanistvan jî alîgirê vê teoriyê ne.
Kêşûvekeşan (Medcezîr)
Sedema pirraniyên kêşûvekeşanên li ser Cîhanê ji ber Heyvê diqewimin. (Hinekî bandor/têsîra Tavê jî heye.) Sedema kêşûvekeşanan girsekêşî ye û cara ‘ewil Newton di sala 1678an de li berhama xwe ya Principia de ev bûyer vegotiye.
Heyv di rêgeha Cîhanê de, rûxareke Cîhanê her tim nezîktirê wê ye. Ji ber vê yekê, avên li ser rûxara ku nezîktirê Heyvê vedikişin hêla wê ve. Avên ji derdor tên, cihên ji ber vekîşîna avên din vala bûyî, dadigirin. Di dawiyê de, avên li ser rûxara Cihanê yên nêzîkê Heyvê radibin, yên li ser rûxara din dadikevin.
Mîqdara Dûrbûna Heyvê
Peyka me ya tekane, her sal 3.8 cm ji Cîhana me dûr dikeve. Sedema vê dûrbûnê ev e ku enerjiya Cîhanê, ya bi zivirîna wê pêk tê, radiguhezê hilpişîna avê ya ku ji ber Kêşûvekeşanan diqewime. Hilpişîna avê ya seba Kêşûvekeşanê, qismek enerjî radigeheze Heyvê û wê ber bi rêgaha jortir ve dehf dide. Ev bûyer dişibe bûyera ku gava mirov li geredolabek pir bilez dizîvirê de hîs bike ku jê bipekê.
Atmosfera Heyvê
Gelo atmosfera Heyvê heye? Tîrbûna atmosfera Heyvê wisa kêm e ku meriv dikare wê nehesibîne. Ethem Derman derbarê vê mijarê de wiha dibêje:
Li ser rûyê erdê, di asta behrê de, yek santîmetrekûp de 10 katrilyon (hezar trilyon) molekûl hene, lê li ser rûyê erdê, di heman qebareyê de 1 mîlyon molekül hene. Gava me herdu hêjmar dan ber hev, meriv dikare bibêje ku li Heyvê atmosfer tune ye.
Ev atmosfera tenik ya Heyvê nikare wê ji tîrejandinê (radyasyonê) û bandora meteoran biparêze.
Heyvgirtin (Hatin Girtina Heyvê)
Wekî ku rojgirtin heye, heyvgirtin jî heye. Cîhan, di kêliya heyvgirtinê de, dikeve navbera Heyv û Tavê de û nahêle tîrên rojê bikeve li ser Heyvê û siha Cîhanê dikeve li ser Heyvê. Di kêliya heyvgirtinê de, em dibînin ku Heyv tarî dibê û bi pirranî rengê Heyvê sor xuya dike. Sedema sor xuyakirinê ev e ku di wê kêlîyê de atmosfera Cîhana me ronîyên hêşîn û kesk direşîne derdora xwe û ronîyên sor, zer û pirteqalî ditewîne/berê wan dide Heyvê.
Bizavên/Fealîyetên Heyvê yên Jeolojîk
Zanistvanan derbarê jeolojîya Heyvê de gelek agahî nedizanîn û bawer dikirin ku divê bizavên Heyvê yên jeolojîk tev sekînî bin. Lê piştî hin peyk ji bo çavdêrîyê hatin şandin, zanistvanan dîtin ku Heyv “hin tiştên spî” dipijiqînê. Piştî hin lêkolîn hatin kirin, zanistvanan ditîn ku ev “tiştên spî” gazên ku ji volkanên aktîf dipijiqin in. Zêdetir, hin sismografên li ser rûyê Heyvê hin bizav pîvane. Ev agahî û çavdêrî îhtimala vê yekê didin ku bizavên Heyvê yên jeolojîk hîn jî dewam dikin . Lêbelê, ev hêj ne tiştek teqez û bêguman e û lêkolîn dewam dikin.
Mixabin qada magnetîzî ya Heyvê kêmhêz e. Heyv nikare pêşîya radyasyonên ji Tavê tên, bigire -Cîhan dikare vê tiştê bike. Ji ber vê yekê zehmet e ku em li ser Heyvê kolonîyekê/hemxakîyekê ava bikin. Sebebek din ya nekarîna vê avakirinê ew e ku cûdahîya germahîyê ya li ser Heyvê gelek zêde ye. Mînak, alîyekî destê we ber bi tavê û alîyê din ber sihê be, heye ku 400 pile/derece cûdahiya germê li her du alîyê destê we çêbe.
Werger: Yusuf VARLI
Nivîskara yekem: Meltem Çetin Sever
Nivîskarê duyem: Kadir Arı
Nivîsa resen: https://evrimagaci.org/dunya-ve-ay-uydumuz-ay-hakkinda-neler-biliyoruz-5314
- 2
- 1
- 0
- 0
- 0
- 0
- 0
- 0
- 0
- 0
- 0
- 0
- NASA. About The Moon. (27 Mart 2019). Alındığı Tarih: 3 Nisan 2023. Alındığı Yer: NASA | Arşiv Bağlantısı
- NASA. The Far Side Of The Moon -- And All The Way Around. (3 Kasım 2011). Alındığı Tarih: 3 Nisan 2023. Alındığı Yer: NASA | Arşiv Bağlantısı
- Space Facts. Moon Facts. (27 Mart 2023). Alındığı Tarih: 3 Nisan 2023. Alındığı Yer: Space Facts | Arşiv Bağlantısı
Evrim Ağacı'na her ay sadece 1 kahve ısmarlayarak destek olmak ister misiniz?
Şu iki siteden birini kullanarak şimdi destek olabilirsiniz:
kreosus.com/evrimagaci | patreon.com/evrimagaci
Çıktı Bilgisi: Bu sayfa, Evrim Ağacı yazdırma aracı kullanılarak 12/12/2024 15:33:34 tarihinde oluşturulmuştur. Evrim Ağacı'ndaki içeriklerin tamamı, birden fazla editör tarafından, durmaksızın elden geçirilmekte, güncellenmekte ve geliştirilmektedir. Dolayısıyla bu çıktının alındığı tarihten sonra yapılan güncellemeleri görmek ve bu içeriğin en güncel halini okumak için lütfen şu adrese gidiniz: https://evrimagaci.org/s/14339
İçerik Kullanım İzinleri: Evrim Ağacı'ndaki yazılı içerikler orijinallerine hiçbir şekilde dokunulmadığı müddetçe izin alınmaksızın paylaşılabilir, kopyalanabilir, yapıştırılabilir, çoğaltılabilir, basılabilir, dağıtılabilir, yayılabilir, alıntılanabilir. Ancak bu içeriklerin hiçbiri izin alınmaksızın değiştirilemez ve değiştirilmiş halleri Evrim Ağacı'na aitmiş gibi sunulamaz. Benzer şekilde, içeriklerin hiçbiri, söz konusu içeriğin açıkça belirtilmiş yazarlarından ve Evrim Ağacı'ndan başkasına aitmiş gibi sunulamaz. Bu sayfa izin alınmaksızın düzenlenemez, Evrim Ağacı logosu, yazar/editör bilgileri ve içeriğin diğer kısımları izin alınmaksızın değiştirilemez veya kaldırılamaz.